'Çavê li deriyan xwelî li seriyan'
ŞENGAL - Cîgirê Hevserokatiya Desteya Rêveber a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Heso Birahîm bi boneya 6’mîn salvegera fermana 73’an a li ser civaka Êzidî pêk hat, bal kişand ser helwesta pêşmergeyên PDK'ê û got: "Ewil xwe wekî xwediyê vir didîtin. Dema DAIŞ hatin li pişt xwe nenerîn û çûn. Li pêş çavê hemû cîhanê kerasetek mezin anîn serê me. Lê 12 hawariyên HPG'ê hatin û êrîşa DAIŞ'ê şikandin."
Cîgirê Hevserokatiya Desteya Rêveber a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Heso Birahîm, bi boneya 6’mîn salvegera fermana 73’an a li ser civaka Êzidî pêk hat û serpêhatiyên xwe yên fermanê ku ew bi xwe jî yek ji wan kesan bû ku li dijî êrîşên DAÎŞ'ê şer kir, hem jî di pêvajoyên din de di nav xebatên avakirin û sazûmaniya Şengalê de cih girtî serpêhatiya xwe ya wê demê û geşedanên wê demê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re vegotin.
Heso Birahîm, diyar kir ku beriya fermanê kesên ku li vir bûn xwe xwediyê Şengalê û xwedanê Êzidiyan didîtin û dema DAÎŞ hat li pişt xwe nenêrîn û reviyan. Birahîm anî ziman ku kesên reviyan Êzidî di nav lepên çeteyê DAÎŞ'ê de hiştin û wiha got: "Destpêkê ez şehîd û qurbaniyên fermanê bibîr tînin rêzdarî bejna xwe li ber wan ditewînin. Em dikevin 6’emîn salvegera fermanê. Keraseteke mezin li pêş çavê cîhanê anîn serê me Êzidiyan. Ne hêzên li vê derê ku xwe weke xwediyên Şengalê didîtin, ne jî cîhana ku xwe weke parazvanê mafê mirov û azadiyan dihesibîne tiştek ji bo civaka me nekirin, ji vê hovîtiya nehatî dîtin re bûn temaşevan.
PÊŞMERGEYAN BERIYA FERMANÊ DIGOTIN: PÊŞMERGE GELÊ ŞENGALÊ DIPARÊZIN
Heso Birahîm da zanîn ku beriya fermanê 12 hezar pêşmerge li Şengalê bûn û wiha axivî: "Wê demê radyoya Dengê Kurdistanê Şengal hebû. Her roj li ser weşana xwe qireqîr dikir digot 'pêşmerge Şengalê diparêzin, pêşmerge nahêlin tiştek bê serê Êzidiyan, ji bo parastina Şengalê her cure tevdîr girtine, pêşmergeyan hêzeke mezin ya eskerî û çek û cebilxane derbasî Şengalê kir’ û bang dikir. Bi vî awayî hêviyek didan milet. Lê piştî ku Musil, Tilafer, Behenc hwd bajarên girîng ên derdora Şengalê ketin destê DAÎŞ'ê, tirsek di nav milet de çêbibû. Gel bi fikar bû. Lê li ser vê propagandaya pêşmergeyan gel baweriya xwe li wan anî. Roja beriya fermanê em di navbera Borik û Xazûka di nav bostanê xwe bûn. Ew çend car bûn ku DAÎŞ'ê di gundê Xazûka de de çalakî pêk dianîn. Lewre xelkê wê yê koçberî Şengalê bûyî, di riya sînorî re derbasî Başûrê Kurdistanê dikirin. Car caran DAÎŞ'ê pêşî li wan digirt, jin û zarok dikuştin. Me ev tişte li ber çavê xwe didîtin. Me jî ji ber vê metirsiyê dev ji bostanê xwe berdida em nediçûn, lê digotin ‘tiştek nîne, bi DAÎŞ'ê re têkilî û tifaq hene, DAÎŞ êrîşî Êzidiyan nake. Lewre em dîsa diçûn ser bostanê xwe. Lê belê nerihetiyek di dilê Êzidiyan de hebûn. Çimkî bi çavê xwe didîtin ka çi bi serê Musil, Telafer hwd hatine. Lê pêşmergehên PDK'ê nexasim bi riya radyoya dengê Kurdistan heta xuleka dawî, piştî ku pêşmergeyan Şengal hiştî û vekişiyayî jî digotin tiştek nîne, pêşmerge Şengalê diparêze û pesnê wan dida.”
DAIŞ KETE GUND PÊŞMERGE REVIYAN
Birahîm, qala êvara wê roja reş, êvara fermanê kir û got: “Êvara 2’ê Tebaxê em li maleke kirîvên xwe yê Ereb bûn. Agahî ji xwedanê malê re hat ku dibêjin DAÎŞ hatiye, pêşmergeyên ku qaşo ewlehiya sînorê Rebîa û xelkê digirtin, berdidin û direvin. Ango li gorî agahiya ku ji xwedanê malê re hatî digot ku DAÎŞ’î kirasên Erebî didin pêşmergeyan, çekên wan ji wan distînin û wan dişînin. Ango pêşmerge radest dibin..!" Xwediyê malê êvarê hat gazî me kir û got ‘DAÎŞ hat kete gund, pêşmerge reviyan, xwe xilas bikin!’ Em ji gund derketin û me berê xwe da Kersê. Jixwe beriya fermanê malên me li Gundê Kolka yê rajorê Kersê bû. Êvarê dema em hatin gihaştin seytera pêşmergeyan a Sinûnê saet nêzî 00:30 bû. Pêşmergeyan ji me pirsî û got ‘hûn ji kû derê tên?’ Me jî got ‘em ji Gundê Xazûkan tên’ Got li’ wê derê çi hebû ma?’ Me got ‘DAÎŞ kete Xazûka lewma em reviyan.’ Pêşmerge xwe li ser min de aciz kir, gef li min xwarin û got ‘Hûn ji kesî re bêjî ku DAÎŞ ketiye Xazûkan ez ê niha we li vir bigirim.’ Min jî got ‘ma em çi bêjin?’ Got bêjin ‘pêşmrege li wir in!’ Min jî got ‘heke pêşmerge li wir bûya em nedirevîn, DAÎŞ kete gund û pêşmergeyan berda û reviyan!’ Dîsa xwe di ser min de aciz kir û got ‘niha ne ji bo xatirê van zarokan bûya min nedihêla tu biçî!’ Beriya wê jî dema DAÎŞ'ê li wan deran çalakî dikirin û diçûn, pêşmergeyan bi hejmareke zêde ya seyare û çekan dihatin qerebalixî dikirin û ragihandina wan jî digot pêşmerge hat bi tundî bersiva DAÎŞ'ê da û DAÎŞ şkand! Lê rastî ne wisa cuda bû.